415 kesayetên ji Başûrê Kurdistanê daxwaza azadiya Rêber Apo kirin

Piştgiriya bi kampanya azadiya fîzîkî a rêber Apo re her diçe mezin dibe.415 rewşenbîr û kesayetên ji Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgirî dan kampnayayê û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.

Kampanya azadiya fîzîk ya ku ji bo rêber Abdullah Ocalan destpêkirî roj bi roj berfirehtir dibe.

Bi armanca piştgiriya kampanyayê 415 kesayetên navdar ên ji Başûrê Kurdistanê, bi daxuyaniyek hevbeş piştgiriya xwe ji kampanya azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan re nîşandan.

Di daxuyaniya hate gotin:

“Birêz Abdullah Ocalan wek kesayetek aqilmend û têkoşerê azadiya gelê me ev 24 salin li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdek giran de ye.

Ji ber birêz Ocalan di fikirîna jiyan û tekoşînê de xwedî rêbaz û fikrek azadîxwaz e, li dijî siyaseta dagirkeriyê ye, ji ber vê yekê bibeşdariya gelek dewletan ew bi komployekê hat girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin.”

Di dewama daxuyaniyê hate diyarkirin ku doza Rêber Ocalan doza rewa ya gelê Kurd e û ev yek hate gotin:

“Heya doza gelê Kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser nebe, wê bi ti awayî aştî û aramî li Tirkiyê, Kurdistan û tevayî Rojhilata Navîn çênebe.

Ji ber wê azadiya birêz Ocalan kilîta çareseriya doza gelê Kurd, aştî, aramî û jiyana demokratîk a gelên herêmê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de daxwaz hate kirin ku demildest Rêber Apo azad bibe.

Back to top button