Bertekên li dijî êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK zêde dibin

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan êrişên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê nirxandin û nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK’ê dan.
Hat diyar kirin armanca dewleta Tirk tunekirina destketiyên Kurdan e û bang li gel û hemû derdorên demokratîk û azadîxwaz hat kirin li ber êriş û hevkariya PDK’ê rabin ser pêyan.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên di 17’ê nîsanê de bi hevkariya PDK li dijî Başûrê Kurdistanê da destpêkirin, dewam dike.

Bertekên li dijî êrişan û hevkariya PDK’ê jî zêde dibin.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, derbarê êrişên li herêmê de axivî û diyar kir ku çawa ku di sala 1915’an de dest bi Qirkirina Ermeniyan kirin, dibêjin ku wê Pirsgirêka Kurd jî wisa biqedînin.

Remzî Kartal: Li dijî vî şerî divê hemû beşên civakê helwest bigirin

Derbarê encama vê hewldanê de Kartal, got:

“Ji bo ku bi serkevin jî herî dawî dixwazin di ser PKK’ê re hêviya kurdan bişikînin û bi hemû hêza êrişeke nû bi pêş dixin.”

Kartal, bal kişande ser hevkariya PDK’ê û bibîrxist ku têkiliya PDK’ê ya bi neyarên kurdan re ne nû ye û di dîrokê de timî li cem diminên Kurdan cih girtiye.

Di dewamê de Kartal diyar kir li dijî vî şerî divê hemû beşên civakê helwest bigirin û ev bang kir:

“Di serî gelê kurd bang li hêzên demokrasiyê dikin ku her kes bi ruhê pêvajoya Kobanê seferber bibe.”

Back to top button