Li welatên Ewropa Kurd li qadan êrişan û hevkariya PDK’ê şermezar dikin

Li derveyî welat jî nerazîbûnên li dijî êrişên dagirkeriyê ên li ser başûr û hevkariya PDK’ê zêde dibin.
Li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê hatin şermezarkirin û piştgiriya berxwedana gerîla hat kirin.

Li dijî êrişên dawleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li welatên Ewropa yê, bertek zêde dibin.

Kurd û dostên wan li bajarê Bremenê yê Elmanyayê, êrişên dagirkeriyê û bi kar anîna gazên kîmyewî bi çalakiyek şermezar kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Doh Hîtler, îro Erdogan”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bila Ewropa çekan nefiroşe Tirkiyeyê” hatin qîrîn.

Hevseroka Komeleya Biratî Xezal Yalçin di çalakiyê de axivî û berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê silav kir.

Xezal Yalçin bang li gelê kurd kir ku li gerîlayên leheng xwedî derkevin û dagirkeriyê qebûl nekin.

Ciwanên Kurd ên li Villiers le bel li dijî dagirkeriyê meşiyan

Li Villiers Le Bel a paytexat Fransa Parîsê bi dehan ciwanên kurd li dijî êrişên dagikeriyê meşiyan.

Piştî ku meş veguherî mîtingê daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, cihê ku îdeolojî û felsefeya Rêber Apo lê geş dibe, dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê bi êrişan hewl dide têk bibe û wiha got:

“Divê li dijî vê qirkirinê helwesteke navnetewî bê nîşandan”

Ciwanên Kurd li avahiya PDK’ê ya Bern a Swîsreyê xiyaneta PDK’ê şermezarkirin

Li bajarê Bernê yê Swîsreyê jî komek ji ciwanên Kurd li dijî xiyaneta PDK’ê û êrişên dagirkeriya Tirk, li Nûnertiya PDK’ê ya Bernê çalakiyek li dar xistin.

Back to top button