PDK’ê li Laleşa ku weke heca Êzidiyan tê zanîn, 15 ciwanên Êzidî yên ji Şengalê ku ji bo beşdarbûna Cejna Cimayê çûbûn Laleşê binçav kir, êşkence li wankir û paşê jî sîxûriyê li ser wan ferz kir!
Êzidiyên li her devera cîhanê piştî li cihên ku lê dijîn, cimayiyên xwe pîroz dikin.
Ji 6’ê mehê ve cimaya Laleşê destpêkiriye û bi coç û xiroş tê pîrozkirin.
Êzidî ji her aliyê cîhanê û bi taybet jî ji Şengalê serdana Şêxadî dikin.
Her wiha ji Şengalê jî gelek ciwan û xelk serdana Laleşê kirin, ji bo tevlî merasîmê bibin.
Lê ciwanên ji Şengalê çûne û beşek ji wan di nava saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê de cih digirin, dema serdana Laleşê kirin hatin girtin û êşkence li wan hate kirin.
Hate zanîn, di dema êşkenceyê de sîxûrtiya ji bo MÎT û Parastinê li ser wan hatiye ferzkirin.
Li gorî agahiyên Rêveberiya Xweser daye, heya niha ji 15 ciwanên hatine binçavkirin, 7 kes serbest hatine berdan û 8 kes jî hîn li Dezgeha Parastinê ya li girtîgeha Zirkan a Dihokê tên girtin.