Hevserokên Tevgera Azadî: Yên hinceta ji êrîşan re dibînin xwe firotine

Hevserokên Tevgera Azadî a Herêma Raperîn derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de gotin; “Xayîn û xwefiroşên dewleta Tirk xwe di paş malbata Barzanî de veşartine û bi alîkariya wan êriş tên kirin .”

Sêwe Xidir hevseroka tevgera Azadî diyar kir ku dewleta tirk li başûrê kurdistanê rojane sivîlan hedef digre lê hikûmeta herêmê helwest nîşan nade .

Sêwe Xidir got: ” Ev êriş li dijî hemû Kurdane, divê hikûmeta herêmê bizane ku welatiyên wê li van bajarane tên qetilkirin.”

Di dewama axaftina xwe de Sêwe destnîşan kir ku êrîş hemû bi alîkariya malbata Barzanî çêdibin û wiha lê zêde kir:

” Di nava dilê Silêmaniyê de welatî tên kuştin û ti helwestek nîne, nikarin şermezar jî bikin.

Xayîn û xwefiroşên dewleta Tirk xwe di paş malbata Barzaniyan de diveşêrin.”

Derbarê heman mijarê de hevserokê Tevgera Azadî Seîd Xalid jî da zanîn ku dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze welatparêzan çavtirsandî bike lê heya niha plana wê bi serneketiye .

Seîd Xalîd axaftina xwe wiha bi dawî kir : ” Yên ku hinceta ji êrişan re dibînin, xwe firotine .”

Back to top button