Hişyar Cewdet: Divê kujerê birayê min bên eşkere kirin

Hişyar Cewdet birayê nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cewdet derbarê şehîdxistina birayê xwe de got;
“Ji roja Denîz hatî qetilkirin heya niha Hikumeta Başûr û hêzên ewlekariyê ti agahiyek belav nekirine.
Ev yek metirsiyê dixe ser hemû welatiyên Başûrê Kurdistanê, divê kujer bên eşkerekirin.”

Hişyar Cewdet da zanîn ku Denîz Cewdet mamostayê zimanê Kurdî bû, ji bo pêşxistina zimanê Kurdî têdikoşiya, lê li Başûrê Kurdistanê hate şehîdxistin.

Di dewamê de Hişyar got;

“Qetilkirina welatiyek sivîl di nava bajarê Hewlêr de, cihê pirsyarê ye, bûyerek terorê pêktê û tewanbar nayê binçavkirin û eşkere kirin.

Ev ji bo hemû welatiyên Başûrê Kurdistanê metirsiyeke.”

Hişyar di dawiyê de bang li hikûmeta Başûr û aliyên peywendîdar kir ku kujerê Denîz û kesên li pişt bûyerê eşkere bikin û ji raya giştî re ragihînin û got ; ” Pêwîste sucdar were cezakirin .”

Hêjaye bi bîrxistinê ku di 18’ê Îlonê de li dijî avahiya Nûnertiya (KNK) ya Başûrê Kurdistanê êrişeke çekdarî pêk hat di encamê de Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun şehîd bû.

Back to top button