Rewşenbîrên Hewlêrê: Divê PDK’ê kujerê Denîz Cewdet eşkere bike

Rewşenbîrên Hewlêrê şehîdxistina Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cewdet bi geşedanek metirsîdar binavkirin û gotin; “Li her cihê yekîtiya Kurdan hebe, rejîma AKP’ê li dij derdikeve, pêwîste saziyên ewlekariyê kujer eşkere bikin.”

Mamostayê zanîngehê Qasim Mercanî diyar kir ku piştî konferansa 100 salî ya li Lozanê, dewleta Tirk dest bi kuştina azadîxwazên Kurdistanê kir.

Qasim Mercanî destnîşan kir ku şehîdxistina Denîz Cewdet ya li Başûrê Kurdistanê geşedanek metirsîdare û pêwîste Kurd li hemberî vê metirsiyê rawestin.

Mercanî bang li saziyên ewlekariyê yên Başûrê Kurdistnê kir ku kesên destê wan di pişt vê êrişê de eşkere bikin û radestî dadgehê bikin.

Çavdêrê siyasî yê bi navê Kawe Nadir jî got:

”Divê sînorek ji kiryarên dewleta tirk re were danîn

Dewleta Tirk ji fikir û hizrê azad ditirse, ji bo wê jî li dijî azadîxwaz û şoreşgeran serî li van rêyane dide.”

Back to top button