Hêzên Îsraîlê careke din êrîşî Kampa Penaberan a Tulkerimê ya li bakurê Şerîeya Rojava kirin.
Di encama êrişê de ciwanekî Filistînî hate kuştin 4 jî birîndar bûn.
Di nav birîndaran de rewşa ciwanekî girane.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê hêzên Îsraîlê bi şev êrîşî Kampa Penaberan a Tulkerimê ya li bakurê Şerîeya Rojava kirin.
Di navbera ciwanên Filistînî yên ku bertek nîşanî serdegirtinê dan û leşkeran de pevçûn derket.
Hêzên Îsraîlê li dijî Filistîniyan guleyên rast, bombeyên deng û gaza rondikrêj bikar anîn.
Di êrîşê de Mahmud Cîhad Jarrad ê 23’ê salî hate kuştin.
Her wiha yek jê giran 4 Filistînî jî birîndar bûn.
Hat ragihandinê rewşa yek ji birîndarên ku li nexweşxaneyê tê dermankirin giran e.
Li gorî agahiyan hêzên Îsraîlê li derdora kampê û kolanên wê sekvan bi cih kirine.