Rojane 20 milyar Dolar ziyan li aboriya Rûsya dibe

Di şerê li Ûkrayna de, her roja derbas dibe bandoreke zêde li aboriya Rûsya dibe.
Ji ber şerê ku Moskow dayî despêkirin her roj 20 milyar dolar ziyan li aboriya Rûsya dibe. Sazî û rêxistinên aboriyê dibêjin, bi dijwarbûn û derbasbûna demê re ev bîlanço wê hîna girantir bibe.

Yek ji xalên sereke yên di êrişa Rûsya ya li ser Ûkraynayê de wê bandoreke çawa li aboriya Moskowê bike bû.

Di vê çarçoveyê de, ji aliyê navendên ramanê Centre for Economic Recovery û EasyBusiness û şirketên şêwirmendiyê Civitta ve lêkolînek hate kirin.

Kampanyaya şêwirmendiya Online Consultancy jî encamên lêkolînê bi nûçeyekê parve kir.

Di lêkolînê de hate gotin, ziyanên rasterast ji şer, di nav de windahiyên diyarkirî yên kelûmel û personelên leşkerî, di 5 rojên pêşîn de bi qasî 7 milyar dolar zirar daye Rûsyayê.

Di lêkolîna ku hat ragihandin de 4,2 milyar dolar zirara amûran heye.

Hat pêşbînîkirin ku tenê ji ber windabûna canî di nav 40 salên pêş de 2,7 milyar dolar xisarek li aboriya derveyî hasileya welat tê, çêbibe.

Her wiha lêkolîneran diyar kirin ku qebareya seferberiyê di nav de lojîstîk, personel, cebilxane, sotemenî, avêtina roketan jî di nav de, wê her roj pereyekî zêdetir bide.

Îşaret bi wê yekê hatiye kirin ku lêçûna şer a rojane ya Rûsyayê ji 20 milyar dolarî derbas dibe.

Tevî vê bênirxbûna rubleyê Rûsî li pêşberî dolarê amerîkî jî rewşê hîna kembaxtir dike.

Dema ku cezayên di qada navnetewî de li ser şireketên Rûsya hatine sepandin jî li vê yekê tê zêdekirin, rewşa Moskow qet baş xuya nake.

Di demekê ku bazara Rûsya bilez nirxê xwe winda dike, qedexeyên nû li ser derketina deynên hikumet û cemidandina samanên li banka navendî weke rêbazeke din tê nîşandan.

Tê payîn ku qedexeyên bazirganiyê zirareke mezin bide aboriya Rûsyayê ya ku bi enerjiyê ve girêdayî ye.

Hat destnîşankirin ku qedexekirina îthalata hilberên teknolojiya bilind wê di dema navîn û dirêj de bandorê li zincîra nirxê jî bike.

Ev rewş ji bo welatiyên Rûsyayê yên asayî tê wateya enflasyon û hêza kirînê ya kêm û xizanî jî wê zêde bibe.

Di vê navberê de, Bankaya Cîhanê daxuyand ku hemû bernameyên xwe yên li Rûsya û Belarûsê betal kirine.

Back to top button