Li paytexta Afganistanê Kabûlê, teqînekê rû da.
Di encamê de herî kêm 5 kes mirin û derdora 30 kes jî birîndar bû.
Kenala Tolonews a Afganistanê îro ragihand ku li nivîsgeheke bankan a li paytexta Afganistanê Kabûl, teqînekê rû da.
Teqîn li herêma Seray Şahrezad çêbû.
Di encamê de herî kêm 5 mirin û derdora 30 kes jî birîndar bû.
Ji ber bihêzbûna teqînê, dibe ku jimara qurbanan bilindtir bibe.