Artêşa Iraqê bi ser gundên Ereban ên li Şengalê de girt

Liv û tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê a li derdora Şengalê roj bi roj zêde dibe. Artêşa Iraqê bi ser gelek malên gundên Şengalê de girt û gef li xelkê gund xwar da ku tevlî çalakiyên dijî lêkirina dîwar nebin.

Ajansa Rojnewsê ragihand ku artêşa Iraqê lîwa ya 18’an ku girêdayî Serokwezîrê Iraqê Kazimiye di ser gundên derdora sînor ku li dijî lêkirina dîwar beşdarî çalakiyan bibûn, de girtiye û li wan xef xwariye ku beşdarî çalakiyên bi vî rengî nebin.

Ev gund bi ser navçeya Sinunê ne û bi qasî 3 kêlometre ji sînorê Rojava û Şengalê dûrin.

Li gor agahiyan di serdegirtina malan de, hêzên Kazimî gef li xelkê gund kirine..

Di vê navberê de şêniyan gundan gotine, Artêşa Iraqê gefa li me dixwin da ku em tevlî çalakiyên dijî dîwarkirina sînor nebin

Hikumeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike, serî li rê û rêbazên nû dide.

Back to top button