Kongra Star xemsariya hikumeta Şamê û sûcên dewleta Tirk a dagirker ku nahêlin alîkariyên mirovî bigihînin herêmên, şermezar kirin.
Bi dehan endam, rêveber û nûnerên saziyên Efrîn û Şehba li Kampa Serdem daxuyaniyek li ser siyasetên dewleta Tirk û hikumeta Şamê da.
Di daxuyaniyê de behsa siyasetên wêrankirina xwezayê û erdheja li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê, Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Hin malbat bi tevahî mirin û bi hezaran jî hîna di bin kavilan de ne û hawara rizgariyê dikin.
Lê ji ber siyaseta dagirkerî û dorpêça li dijî herêmên, ji hêla her du rejîman ve ku nahêle tîmên rizgarî û alîkariyên mirovî derbasî herêmên wêranbûyî bin, kes bi hawara wan de naçe.
Ji wê zêdetir, ew alî şertan ferz dikin û li pêş xebata mirovî dibin asteng û alîkariyan didizin.
Ruxmî karesatê lê hîna dewleta Tirk a faşîst di topbarana li dijî herêmê de dewam dike.