Jinên Başûr banga tevlîbûna çalakiyên li dijî komployê kirin

Jinên Başûrê Kurdistanê banga tevlîbûna çalakiyên li dijî komployê li gel kir Her wiha li şengalê jî heman bangawazî hate kirin.

Li dijî komploya Navnetewî a li dijî Rêber Apo li Başûrê Kurdistanê çalakî û bangawazî hatin kirin.

Li Silêmaniyê jinên ji Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna çalakiyên li dijî komployê li gel kirin.

Şihên komploya navneteweyî şermezar kirin û wiha domand: “24 sal in Rêber Apo di nava tecrîdê de ye. tevî vê jî Rêber Apo di tevahî jiyana xwe de li nava girtîgehê li dijî komplo û komplogeran têkoşîn kir.

Em jinên Başûrê Kurdistanê dixwazin xwedî yek deng û yek helwest bin.

Wê 15’ê Sibatê li dijî Komployê çalakiyek bê kirin.

Em bang li hemû jin, sazî, partî û rêxistinên cihê dikin cihê xwe di vê çalakiyê de bigirin.”

Parêzerên Hewlêrê jî têkîldarî Komplo û tecrîda giran kirî a li dijî Rêber Apo axivîn.

Parêzerên Hewlêrê: Piştgirîdayîna Ocalan rûmeteke mezine

Parêzeran diyar kirin ku xwedîderketina ji Rêber Apo ji bo wan rumetek gelek mezin.

Bi dirûşmya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ pirtûkên Rêber Apo hatin belavkirin

Li aliyê din li bajarokê Kifrî ya îdareya Germiyanê di çarçoveya pêngava ‘Ji tecrîdê re na, dem dema azadiyê ye’ de, standa pirtûkên Rêber Apo hat danîn.

Ciwanan bi belavkirina pirtûkên Rêber Apo re daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Hemed Bişar: Tecrîd û komplo li dijî hemû gelê Kurde

“Tecrîd û komplo li dijî hemû gelê Kurd e.

Dema ku Rêbertî ji girtîgehê derket, wê demê gelê Kurd jî wê ji bindestiyê derbikeve.

Em weke civaka Êzidî xwe deyndarê Serokatî dibînin.”

Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar herwiha bal kişand ser fikrê Rêber Apo û wiha got: “Fikrê Serokatî em ji fermanê rizgar kirin û pêwîste em îro parastina vî fikrî bikin.

Di dema fermanê de şervanên serokatî em ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin.

Lewma heya niha em jiyana xwe li ser vê fikrê berdewam dikin.”

Back to top button