Rojana HPG’ê derbarê êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên parastina Medyayê daxuyaniyê dide. Îro jî, HPG’ê têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ragihand ku tevî pozisyona bê-çalaktiyê ya hêzên gêrîla êriş berdewamin. Di encama xweparastina gerîlayan de 4 dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek belav kir.
HPG diyar kir ku tevî pozisyona bêçalaktiyê ya hêzên gêrîla, artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe didomîne û wiha got:
Ji bo faşîzma AKP-MHP’ê desthilatdariya xwe dewam bike ev êrişan têne kirin.
Lê dagirkerên ku êrişî hêzên me dikin, rastî bersiva gêrîla tên û têne cezakirin.
HPG’ê têkîldarî êrişên li ser qadên berxwedanê, ragihand ku dagirkeran 2 caran bi çekên qedexekirî, 5 caran bi balafirên şer, 34 caran jî bi çekên giran qadên berxwedanê bombekirine.
Di nava 3 rojan de, hêzên gêrîla di çarçeveya xweparastinê de bersiv dane dagirkeran û 4 dagirker hatine cezakirin.