Hûsiyên Yemenî bi dron û moşekan êrîş birin ser navendên Siûdî yên li bajarê Cîzanê.
Li gorî daxuyaniyan Hûsiyan wan bi doron û mûşekan êrîş birine ser gelek navendên li Cîzanê.
Hate diyarkirin di nav hedefan de koma petrolê ya netewî Aramco û pergala berevaniya moşekî Patrîot jî heye.
Siûdî şewata piştî êrîşê û êrîşa li ser pergala berevaniya mûşekî piştrast nekir.
Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî aşkere kir bi şev û berê sibehê parçeyên çar dronan û parçeyên pênc moşekên balistîk ketine baxçeyê Zanîngeha Cîzanê û şewateke biçûk çêbûye.
Hûsiyên Yemenî 12’ê Nîsanê jî ragihandibûn ku navendên Aramco jî di nav de bi 17 dron û moşekan êrîş birine ser deverên cuda.