Kremlîn: Li dijî her cezayeke DYA wê bersiva me hebe

Di mijara pêkanîna cezayên nû yê DYA li dijî Rûsyayê de, Moskova bihêrse.
Kremlînê ragihand ku li dijî her cezayeke nû yê derqanûnî wê bersiva wan hebe.

Li gorî nûçeya ku ajansa Reutersê weşandî, Berdevkê Kremlîn Dmitri Peskov ragihandiye ku wê li dijî her cezayeke nû yê DYA bersiva pêwist bidin.

Dmitri Peskov anî ziman ku pêkanîna cezayên nû wê şansê lidarxistina civîneke bilind ya navbera Serokê DYA Joe Biden û Serokdewletê Rûsya Vladimir Pûtîn de kêm bike.

Peskov beriya agahiyên berfireh derbarê mijarê de bide diyar kir ku wê Moskova despêkê li bendê be ka ev ceza çine.

Berdevkê Kremlîn yê têkildarî aloziya li Ukrayna axivî jî ev tişt anî ziman:

Tevî agahiyên ku DYA şandina keştiyên xwe yên şer bo Derya Reş jî lê hîna zuye ku em bêjî alozî kêm bûye.

Dîpolmatên ku ji ajansa Reutersê re axiviyî dazanîn ku Amerîka Rûsya ji ber êrîşên sîber yên dema hilbijartinê de tewambar dike.

Cezayên ku kes û saziyan digre nava xwe tê payîn îro were ragihandin.

Back to top button