Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê û Şehbayê Serdana konên sersaxiyê yê qurbaniyên avahiya Şêxmeqsûd kir û ji malbatên wan re sersaxî xwest.
Di serdanê de şandeya rêveberiyê diyar kir ku êşa şêniyên taxê ku rastî vê karestê hatine yek e û diyar kir ku ew vê êşê bi wan re parve dikin.
Şandeyê ji malbatan re hêviya sebrê kir û banga hevgirtinê li hemû pêkhateyan kir.
Li ser navê Rêveberiya Xweser a Kantona Şehba û Efrînê Farûq Henan jî sersaxî ji malbatan re xwest û diyar kir ku ev êşeke ku bi ser her kesî de ye hatiye.