Mûrat Karayilan: Barzanî name ji mere şand û xwestin em hêzên wan derbasî Şengalê bikin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di başa duyenîn a hevpeyvîna di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Şengal û Başûrê Kurdistanê nirxand. Karayilan diyar kir Mesûd û Mesrûr Barzanî ji wan xwestiye ku bibin alîkar ku pêşmerge derbasî Şengalê bibin û wan jî ev yek pêk anîye. Karayilan got “Hêzên gerîla ji Kerkûkê heta Şengalê li dijî pêşveçûna DAIŞ’ê çeper danîn.”

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan weşand.

Mûrat Karayilan derbarê destpêka êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Şengal û Başûrê Kurdistanê de nirxandin kir.

Karayilan diyar kir piştî êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê hêzên wan ji bo parastina xelkê Êzidî yekser destwerdana li wir kirine.

Karayilan anî ziman piştî ku hêzên wan Şengal kontrol kirin, gel ber bi Rojava ve şandine û got:

“Wê demê Birêz Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî bi rêya kûryeyê ev pirs li me kirin, “Hêzên we bi rastî jî li Şengalê hene?”

Me jî jê re got, ‘Belê, hêza me li Şengalê ye.

Em niha xelkê herêmê derbasî Rojava dikin.’

Careke din bi rêya heman kûryeyê ev rica kirin, ‘Gelo hûn ê karibin bibin alîkar ku hêzên me jî tevî hêzên we derbasî Şengalê bibin?’ Me jî got, ‘dibe’.

Ji xwe destwerdana me ya li Şengalê ne welê bû ku ‘Em ê bi tena serê xwe biçin wir û li wir şer bikin’.”

Di dewama hevpeyvînê de li ser pirsa dema ku pêşmerge li Şengalê vegeriya, gel nerazîbûneke çawa nîşan da, Mûrat Karayilan wiha dewam kir:

“Xelkê li wê derê dema ku dîtin mirovên bi kincên pêşmerge hatine, ev rewş qebûl nekir û xwest yekser êriş bike.

Ji xwe hinekan bi kevir û ço êriş kirin.

Ew hêza PDK’ê li cihekî nêzî hêzên me, di bin parastina hêzên me de hate bicihkirin.”

Karayilan got, ji ber PDK’ê xelkê Şengalê li dijî êrişan bi tenê hiştibûn, gel li hemberî PDK’ê nerazîbûn nîşan dan.

Lê mixabin rayedarên PDK’ê yên wê demê gotin ‘PKK mirovan sor dike’ û di nava xwe de propagandayeke bi vî rengî kir.

Mûrat Karayilan: Ji Kerkûk heta Şengalê hêzên gerîla li dijî pêşdeçûna DAIŞ’ê çeper girt

Têkildarî êrişên li derveyî Şengalê û pêşveçûyina zû ya DAIŞ’ê li Başûrê Kurdistanê jî Karayilan ev tişt anî ziman:

“Ji bo parastina Başûr me hêzek ji 4 tabûran wezîfedar kir û li gorî pêwîstiyê me hêz lê zêde kir.

Bi vî rengî ji Kerkûkê heta Şengalê li dijî pêşveçûna DAIŞ’ê me çeper danîn.

Di vê navberê de xelkê me yê Başûr û pêşmergeyên ku ev yek dîtin, moral wergirtin.

Ev destwerdana me ji bo kombûna li ser hev a pêşmergeyan roleke diyarker a girîng lîst.

Piştî ku dîtin em xwe venakişînin, em li wir in, hingî ew jî vegeriyan. Kes nikare vê înkar bike.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi lêv kir berxwadana gerilayan a li dijî DAIŞ’ê hêz û wêrekî da hêzên navneteweyî jî û wiha bi dawî kir:

Hêzên HPG’ê li ti cihî li hemberî DAIŞ’ê xwe venekişand, heta jê hat li ber xwe da.

Hevalên me li cihekî 10 kes jî bûya li hemberî êrişên bi sedan kesî yên DAIŞ’ê li ber xwe dan.

Di berxwedana gelê me yê Başûr û berxwedana pêşmergeyan de hêzên me yên gerîla bi rola sereke rabûn.

DAIŞ ji bo tolê hilîne kete nava hewldanan.”

Back to top button