Berdan Ozturk: Gelê Kurd wê li dijî dijminê xwe bibin yek

Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser gelê kurd, Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê berxwedan geş kiriye.

Di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de rojane çalakî têne lidarxistin.

Hevserokên KCD’ê Berdan Ozturk û Leyla Guven li Wan û Mersînê bi gel re hatin gel hev.

Hevserokan tekane rêya çareseriya ji krîza li welat bi têkoşînê ve girêda.

Şandeya ku Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî di nav de, di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de, piştî serdanên xwe yên li Colemêrgê, derbasî Wanê bûn.

Şandeya ku dest bi serdana xwe ya li Wanê kir, wê sê rojan bernameya xwe dewam bikin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk dest nîşan kir ku pirsgirêka gelê kurd bi şer, koçberî û kuştinê nayê çareser kirin û wiha got:

“Kurdekê bê vîn, kole û bêdeng dixwazin.

Faşîzma AKP û MHP’ê berê digotin, ‘kurd xwişk û birayên me ne.’

Niha jî dibêjin ‘xwişk û birayên me yên eslê xwe bi kurd.’

Tenê ev gotin jî, hişmendiya wan datîne holê.

Lê bila baş bê zanîn gelê kurd jî wê li dijî dijminên xwe bên gel hev û yekitiya xwe ava bike.”

Salîha Aydenîz: Têkoşîneke xurt wê me pêşde bibe

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî, axivî û wiha got:

Kes baweriya xwe bi pergala Tirkiyê nayîne.

Ev pergal li ser yek rengî û yek zimanî hatiye avakirin.

Ocalan li dijî vê pergalê, pergalek alternatîf ava kir.

Lê dewlet dixwaze vê pergalê tune bikin.

Em çiqas têkoşîna xwe dewam bikin, emê ewqas pêş de biçin.”

Leyla Guven: Pirsgirêka Kurd bi gotin na, bi piratîkê çareser dibe

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, di çarçoveya pêngava sêyemîn a kampanya HDP’ê de li Mêrsînê bi Dayikên Aştiyê re hat cem hev.

Leyla Guven di serdanê de bal kişand ser nêzîkatiyên partiyên nû tên avakirin û wiha got:

“Berê partî dihatin avakirin diçûn Qebra Ataturk.

Lê niha partiyan ava dikin diçin Amedê.

Niha pirsgirêka Kurd tenê bi kongreyan çareser nabe.

Divê gavên şênber û bi bawerî bên avêtin.”

Guven, bal kişand ser têkoşîna gelê kurd ya li rojavayê kurdistanê û ev tişt anî ziman:

Têkoşîna jinan li Rojava pêş xist gelek girîng e.

Jinan bi perspektif û nerîna Ocalan têkoşiyan.

Şoreşa li Rojava bi têkoşîn û fedekariya jinan bi ser ket.

Ji ber em hem Kurd in û hem jî jinin em gelek pirsgirêkan dijîn.

Cewherê herduyan jî bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye.

Back to top button