“Tecrîda li dijî Rêber Apo hewla qirkirina gelê Kurde”

Çavdêrên siyasî yên Başûrê Kurdistanê tecrîda li dijî Rêber Apo weke hewldanek ya qirkirina gelê Kurd pênase kirin û gotin: “Ji ber ku ji fikir û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ditirsin wî di bin tecrîdeke giran de dihêlin.Ev jî hewleke ji bo qirkirina hemû gelê Kurd..”

Nêzîkî du sal û nîvin Rêber Apo di bin tecrîdeke giran û dijwar ya dewleta Tirk ya dagirkere ku tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê serkêşiya wê dike, tê girtin.

Nivîskar û çavdêrê siyasî Adil Osman di vê derbarê de got:

“Sedema girtina Rêber Apo ji ber pirsgirêka gelê Kurde.

Ji ber ku ji fikir û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ditirsin wî di bin tecrîdeke giran de dihêlin.

Ev jî hewleke ji bo qirkirina hemû gelê Kurd.”

Endamê Komîteya Azadiya Rêber Apo Şalaw Mehmûd jî da zanîn ku mafên rêbertî yên sereke tên binpêkirin û wiha anî ziman:

“Ji ber ku peyamên Rêber Ocalan wê bibin çavkaniya aştî û çareseriyê pirgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn.

Rêber Ocalan 23 salin di Girtîgeha Îmraliyê de bi awayek neheq tê girtin.”

Li Almanya bi sedan ciwanan ji bo Rêber Apo dest meşa azadiyê kirin

Back to top button