Di civîna YE de, şerê ji bo Polonya

Dema ku gelek welatên YE li dijî Polonya tedbîrên tund xwestin, Polonya û Macarîstan YE bi “desthilatdariya hêzê” û “nêçîra sêrbazan” tawanbar kirin.
Krîza Polonya mohra xwe li civîna bilind a lîderên YE ya li Brukselê da.
Welatên YE bi pêşengiya Fransa, Hollanda û Luksemburgê li dijî Polonyayê tedbîrên tund xwestin.

Di nava welatên Yekîtiya Ewropa de, krîza herî dawî bi Polonya re xwe daye der.

7’ê Cotmehê Dadgeha Destûra Bingehîn a Polonyayê biryar da ku qanûnên welatê wan di ser huqûqa Yekîtiya Ewrûpayê re ye.

Birayê rê li ber nerazîbûna yekîtiyê vekir.

Heta gihişt wê astê ku derxistina Polonya ji yekîtiyê jî bikeve rojevê.

Polonya ji ber reforma dadwerî û qanûnên medyayê yên ku derxistiye, bi salan bû hedefa rexneyên tund ên YE.

Polonya: Emê serî netewînin

Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki ku beşdarî lûtkeyê bû, daxuyand ku hikûmeta wî serî li ber tu “şantajê” natewêne.

Morawiecki diyar kir ku hin saziyên Yekîtiya Ewropayê yên wekî Komîsyona YE û Dîwana Edaletê ya YE rayeyên ku Peymana YE qebûl nake girtine destê xwe û wiha got:

“Peymana me ne wisa bû.

Ji ber vê sedemê ne hikûmeta Polonyayê û ne jî parlamentoya Polonyayê di vê mijarê de wê di bin zexta şantajê de tevnegerin.”

Li aliyê din Seroka Komîsyona YE Ursula von der Leyen ragihand ku 36 milyar euro alîkariya fona Koronayê ya ku ji bo Polonyayê hatiye pêşbînîkirin heta ku ji reformên dadweriyê gavekê paşde neavêje nayê dayîn.

Li nava ye dengên cezakirina Polonya zêde bûne

Serokwezîrên Hollanda, Belçîka, Awisturya daxwaza sepandina cezayên tund li ser Polonya dikin.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel ku dema deshilata xwe li ber qedandinê ye got:

Şerkirina hiqûqê ya li pêş Dîwana Edaletê ya YE ne çareserî ye.

Macerîstanê piştevaniya tam da Polonya

Di civîna serokwezîrên YE de, piştevaniya ji Polonya re tenê ji Macerîstanê hat.

Serokwezîrê Maceristanê Viktor Orban, YE bi hewildanên berfihrekirina deshilata xwe tewambar kir û got,

Divê ev hewildan were bidawîkirin.

Polonya tenê wêrekiya despêkirina şer nîşan da.

Balkêşe ku Macerîstan jî bi salane li ser heman mijarê ji aliyê YE ve tê rexnekirin.

Back to top button