Di hefteya sêyemîn de bi çalakiyekê banga eşkerekirina kujerê Şukrî Serhed hate kirin

Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê li cihê ku Şehîd Şukrî Serhed lê hatî qetilkirin di hefteya sêyemîn de çalakiyek lidarxist û bang eşkerekirina kujeran kir.
Komîteyê ragihand ku guman heye belgeyên kuştina şehîd Şukrî veşêrin.

Di 17’ê îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û hate şehîdxistin.

37 roj di ser şehîdkirina şehîd Şukrî Serhed re derbas bûn, lê hîn jî kujer nehatine girtin.

Belgeyên girêdayî bûyera kuştina şehîd Şukrî ku dihat gotin wê werin eşkerekirin jî, bi raya giştî re nehatin parvekirin.

Têkildarî vê yekê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandibû heya kujerên Şehîk Şukrî neyên eşkerekirin, ew ê her hefte li cihê ku lê hatî şehîdxistin, çalakî lidarbixin.

Îro jî bi dehan malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê di hefteya sêyem de carek din, li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî şehîdxistin kombûn û çalakiyek lidarxistin.

Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê ji aliyê Armanc Hemreş ve daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de bê dengî û bê helwestiya hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin.

Her wiha hate gotin;

” Belge li ber destê hêzên ewlekariyê hene, lê nayên eşkerekirin. 37 roj in li ser şehîdxistina Şehîd Şukrî Serhed re derbas dibin, lê saziyên ewlekariyê heya niha ti belge eşkere nekirin.

Eger saziyên ewlekariyê di xizmeta gel de bin, divê ew belge ji bo raya giştî eşkere bikin, lê gumana me ew e bê xemiya Hikûmeta Herêmê ji bo veşartina belgeyan be.”

Piştî çalakiyê, welatiyan destegul danîn cihê ku Şukrî Serhed lê hatî şehîdxistin û çalakî bi dawî bû.

Back to top button