Rêber Apo: Şerê Filistîn û Îsraîlê encama zêhniyeta netew-dewletê ye

Şerê di navbera Filistîn û Îsraîlê de 7’ê cotmehê bi êrişa Hamasê re careke din gur bû. Rêber Apo di nirxandinên xwe yên berê de ku li ser vê mijarê kiribûn dibêje,
“Şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de encama zîhniyeta netewe dewletê ye.”
Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkan jî projeya konfederalîzma demokratîk pêşniyar dike.”

Pirsgirêka di navbera Îsraîl-Filistînê de ya 75 sal in didome, li Rojhilata Navîn yek ji bingeha krîzan e.

Rêber Apo ku 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê tecrîdkirin, şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de û bandora wê a li ser Rojhilata Navîn gelek caran nirxandibû.

Rêber Apo ji bo şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de wek encama zîhniyeta netewe dewletê diyar dike û dibêje:

Heta pergala netewe dewletê hebe wê şer her bidomin

Rêber Apo diyar dike neteweperestî rêya ber bi serdestiya kapîtalîzmê ve ye û vê nirxandinê dike:

Di neteweperestiyê de tenê ‘ez mafdarim’ heye. Tunekirina hevdû heye.

Weke mînak; tişta di pirsgirêka Îsraîl-Filistînê de diqewime jî eve.

Her du alî jî dibêjin ‘Quds ne ya te, lê ya min e.’ Lewma her tim şer hene.

Ger rê li ber neteweperestiyê neyê girtin, rewşa li Qudsê diqewime dê sibe li Kerkûkê jî biqewime!

Rêber Apo diyar dike gelek destkeftiyên gelê Filistînê di encama vê siyasetê de hate winda kirin û got:

Divê piştgiriyê bidin platformên aştiyê yên her du gelan û pêşiya neteweperestiyê were girtin.”

Têkildarî rêxistina Hamasê jî Rêber Apo destnîşan dike ku tu eleqeya Hamasê bi îslamiyetê re nîne û dibêje:

Şerê Hamasê tenê ji bo desthilatdariyê ye. Îslamê ji bo berjewendiyên desthila taxwe bi kar tîne

Li ser siyaset û polîtîkaya desthilta faşîst a Tirk AKP jî Rêber Apo destnîşan dike ku AKP jî hewl dide Hamasa xwe ava bike,

Heke rêxistinbûnên mîna Hamasê herêmê bi dest bixin, êdî ew bi xwe jî nikare kontrol bike.

Rêber Apo tîne ziman hêzên emperyalîst siyaseteke wiha xwestin li ser Kurdan jî ferz bikin û wiha dibêje:

Hewldan heye ku li Kurdistanê bi “Projeya Kurdistana Mezin” dewleteke mîna Îsraîlê ava bikin û bi vê dewletê re dê li Rojhilata Navîn krîzeke mîna ya Filistîn-Îsraîlê bê afirandin.

Ji ber ku dê netewe dewletên Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê destûrê nedin avadaniyeke wiha.

Û dê rê li ber şer û pevçûnên bêdawî veke û gelan bi hev bidin qirkirin.

Hewl didin kurdan jî di nava heman siyasetê de bixeniqînin lê em nayên vê lîstokê.”

Rêber Apo: Çareseriya pirsgirêkan konfederalîzma demokratîk e

Rêber Apo diyar dike ku netewe dewletên li Rojhilata Navîn nahêlin li herêmê aştî û demokrasî pêş bikeve

Lewra ji bo çareserkirina van krîzan Rêber Apo gelek caran banga pêşniyara Konfederalîzma Demokratîk kir û got:

Hîna ev êş û xwîn zêdetir nebûyî divê yekitiyeke demokratîk were avakirin.

Demokrasî mîna derman e, wê her kes bi ser keve.”

Back to top button