Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê û Silêmaniyê qurbaniyên Fermana 3’yê Tebaxê hatin bi bîr anîn.
Li bajarê Silêmaniyê PADÊ li salona Tevgera Şîa ya Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Qirkirina Êzidiya mirovahî birîndar kir, ev sûceke hovane û nayê efûkirine’ Fermana 3’yê Tebaxê şermezar kirin.
Li salonê wêneyên Fermanê, pêşengên Êzidî û pankartên ku balê dikişîne ser qirkirina ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat hatin vekirin.
Di bîranînê de Nûnerê PADÊ Merwan Şengalî û Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên şehîdên fermanê bibîr anî û got: “Eger gerîla neba wê rewşa Êzidiyan çawa bibûna. Divê xwedî li Şengalê bê derketin, statuya wê bê qebûlkirin û dawî li êrîşan bê anîn.”
Bi heman boneyê li Wargeha Penaberan a Mexmûr’ê jî daxuyaniyek hat dayîn.
Li ser navê wargehê Endama Komîteya Karê Derva ya Meclîsa Îştar, Leyla Arzû Îlhan axivî û got:
“Civaka Êzidî ew civaka ku bi hezarî salan rûxmê bi dehan fermanan karî xwe li ser vê axê çand, hebûn, bawerî û zimanê xwe berdewam kiriye.