Rêveberiya Xweser ji bo erêkirina reşnivîsa Hevpeymana Civakî civiya

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo nîqaşkirin û erêkirina reşnivîsa hevpeymana civakî civiya.

Di 7’ê Kanûnê de piştî rêzecivîn û nîqaşên berfireh di nava du salan de bi hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re Komîteya Berfireh reşnivîsa hevpeymana civakî di rûniştina xwe ya 4 rojan de bi dawî kir.

Ji bo erêkrina reşnivîsa ku di van rêzecivînan de derketiye holê vê sibê li Reqayê bi amadebûna nûnerên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên komîteya berfireh a amadekirina reşnivîsa hevpeymana civakî û endamên Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser û Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîn destpêkir.

Nîqaş û erêkirina li ser Hevpeymana Civakî wê 2 rojan bidome

Meclîsa Giştî civîna xwe ya asayî a hejmar 91 ji bo gotûbêjkirina reşnivîsa peymana civakî her wiha bendên wê li hola civînan ya Rêveberiya Xweser de li dar dixe

Di civînê de reşnivîsa peymana civakî dê bê nîqaşkirin, xalên wê bên erêkirin û dengdan li ser bê kirin û biryar e civîn wê du rojan bênavber berdewam bike.

Fatma Xelîl: Tevahî beşên civakê cihê xwe di rêvebirinê de dileyîzin

Back to top button