Ehmed Qezaf El-Dem: Ti pêşeroja Tirkiyê li Lîbyayê tuneye

Berpirsê Siyasî yê Eniya Têkoşîna Niştîmanî ya Lîbî Ehmed Qezaf El-Dem derbarê aloziya Lîbayê ji televîzyona me Ronahî re diyar kir ku ew ti carî hebûna dewleta Tirk li Lîbyayê qebûl nakin.

Ehmed Qezaf El-Dem destnîşan kir ku dewleta Tirk derdora 20 hezar çete şandine Lîbyayê.

Qezaf El-Dem anî ziman jî ku di demên bê de wê were xuyakirin ku ti pêşeroja Tirkiyê li Lîbyayê tune ye.

Ehmed Qezaf El-Dem: “Wê Kurd li hember dagirkeriya Tirk biserkevin, ji ber ku ew xwedî dozin”

Derbarê doza kurdî de jî, Berpirsê Siyasî anî ziman ku wê Kurd li dijî dagirkeriya Tirkiyê bi ser bikevin ji ber ku ew xwedî doz in.

Di dawiyê de, berpirsê Siyasî yê eniya têkoşîna Niştîmanî ya Lîbî bang li hemû kurdan kir ku yekîtî û yekrêziya xwe ava bikin.

Back to top button