Kesên ser bi çeteyan ve êşkence li ciwanê Efrînî Xelîl Oso kirin

Hovîtiya komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî dewam dike. Êşkence li welatiyekî hate kirin û welatiyek jî hate revandin.

Efrîn POST ragihand ku hin şivanên girêdayî malbatên çeteyan êşkece li ciwanê bi navê yê ji gundê Qêstila Kêşk a Şerayê kirine.

Eşkere bû ku ji ber Xelîl Oso nehiştiye ev kes keriyê pezê xwe berdin nava genimê wî, ew êşkence kirine.

Welatiyekî Efrînî yê din ji aliyê çeteyan ve hat revandin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî da zanîn ku çeteyên Feyleq Elşam welatiyek ji navçeya Şêrawayê revandine û ber bi girtîgeha Êska ve birine.

Ev welatî jî bi hinceta ku berê bi rêveberiya xweser re dixebitiye hatiye revandin.

Alîkariyên ji bo mexdurên li Efrînê hatine rastî diziyê tê

Li aliyekî din jî alîkariyên ku ji bo mexdurên erdhejê tên şandin, têne dizîn.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku berpirsê AFED’ê û Meclisa Xwecihî ya ser bi dewleta Tirk a dagirker ve li Efrînê bi hev re alîkariyên mirovî ku ji bo mexduran hatine, didizin.

Hate diyarkirin ku hezar kon e yê hatî dizîn..

Paşê, ev kon her yek ji wan bi 700 lîre Tirk hatine firotin.

Back to top button