Ridwan Hisên ..
Zilameke bi temenê xwe 50 saliye û ji Bajarê Qamişlo ye .
Wî newalek ku li ber xaniyê wî ye veguherand devereke şînkayê.
Teşeyeke xweşk li ber mala xwe daniye .
Ji vê berhema destê xwe jî debara xwe ya rojane dike.
Ridwan Hisên ji wê demê ve cureyên sebzeyan her demê li gorî werzê wê datîne.
Bi 250 metre şînkayî daniye û li derdorê wê bi darikê zilê (Qamîş) girtiye.
Niha jî li bexçeyê xwe beqdenûs, tivir, lehane, pelê silka, sebanix, fûl, pîvaz û cercîr çandiye.
Bi van debara malbata xwe dike û tişta ji berheman mayî li cîranan belav dike.
Ridwan Hisên ji bo vê vî larê xwe dibêje:
Ji ber qerbalixa çûn û hatina erebeyan û kombûna gemarê min derdor mala xwe bi şînkayî xemiland.