Şêniyên taxa Şêxmeqsûd li ser xaniyan çandiniyê dikin

Hikumeta Şamê bi dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hewl dide rê nede ku madeyên bingehîn bikevin taxan. Şêniyên taxê jî li hember dorpêçê li berxwe didin û li nêzî malên xwe an jî li ser banê xaniyan çandiniyê dikin.

Bi sedan şêniyên taxê ji bo dabînkirina pêdiviyên malê, ji ber dorpêça ku hikumeta Şamê ferz kiriye, li malên xwe sebzeyan diçînin.

Welatiyê bi navê Hemo Şêx Hemo jî li ser banê mala xwe li Kolana Zihûr hin cure sebze çandine.

Hemo wiha dibêje: “Em ji ber dorpêçê gelek zehmetiyan dikişînin, ji ber wê jî em li malên xwe sebzeyan diçînin da ku pêdiviyên xwe yên malê dabîn bikin.”

Hemo anî ziman ku ew ji bo debara malbata xwe sebzeyan diçîne û got: “Her roj em ji van sebzeyan dixwin.”

Hemo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê li hemberî dorpêça hikumeta Şamê bisekinin û bang li rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî kir ku zextê lê bikin da ku dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestîne

Back to top button