Malbatên Şehîdan: Divê gelê Kurd siyasetên xiyanetê eşkere bike

Li Rojavayê Kurdistanê çalakî û nerazîbûnên li dijî êrîşên PDK’ê yên li ser gerîla û hevkariya wê ya li gel dewleta Tirk jî dewam dikin.
Meclisên Malbatên Şehîdan ên herêma Cizîrê êrişên PDK`ê yên li dijî gerîla şermezar kirin. Hat diyar kirin êrîşa PDK’ê ya li dijî gerîla xizmetê ji dagirkeran re dike.

Meclisên Malbatên Şehîdan ên herêma Cizîrê êrişa PDK’ê ya 26’ê Tîrmehê li dijî hêzên gerîla ya li herêma Xelîfan a Başûrê Kurdistanê ku di encamê de 3 gerîla şehîd bûn, şermezar kirin.

Bi vê armancê li Dêrikê, Qamişlo, Girkê Legê, Til Temirê, Tirbespiyê, Çilaxa û li Hesekê daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyaniyan de hate diyar kirin, bûyern niha li Başûrê Kurdistanê rû didin û êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, hedefgirtina gundên bi ewle û tirsandina sivîlan, her wiha bikaranîna aliyên kurdî di şer de, xizmeta berjewendiyên Kurdan nake lê belê dikeve berjewendiyên dewleta Tirk a faşîst.

Hat diyar kirin êrîşên li ser gerîla xizmeta gelê Kurd û destketiyan nake, xizmetê ji berjewendiyên dagirkeran re dike.

Her wiha hat diyar kirin. armanca êrîşan, têkbirina hevgirtina netewî û sekinandina li hemberî projeya neteweya demokratîk e.

Bang li gelê Kurdistanê hate kirin ku ji bo yekîtiya Kurdan û ji bo berjewendiyên netewî bi hevre bixebitin.

Her wiha bang li rewşenbîr, welatparêz û hemû beşên civakê hate kirin ku siyasetên îxanetê eşkere bikin.

Back to top button