Staran Nazê Nêrgiza Hewşê bû yekemîn strana 2020

2020’an, di nav Kurdên Bakurê Kurdistanê de, strana herî zêde hatiye guhdarîkirin, strana Nazê Nêrgiza Hewşê bû.

Malpera Kurdî Diyarname ji bo strana herî zêde di sala 2020’an de li Bakurê Kurdistanê hatiye guhdarîkirin, dengdayînek pêk anî.

Piştî dengdayînê, ji nava 21 klîban, klîpa Hunergeha Welat a bi navê “Nazê Nêrgiza Hewşê” wekî klîba herî serketî hat bijartin.

Malpera Kurdî Diyarname diyar kir, ku strana” Nezê Nêrgiza Hewşê ” ya ji aliyê hûnergeha Welat ya Rojavayê Kurdistanê ve hatiye derxistin, li Bakurê welêt weke strana herî zêde hatiye guhdarîkirin.

Dengvedana vê stranê jî, bû sedema birîna cezayê li ciwanekî Kurd ê Şirnexî ku dema leşkeriya xwe ev stran digot û 30 roj li leşkeriya wî hat dirêjkirin.

Back to top button