Xizmên girtiyên Behdînanê bang li her kesî kirin da ku li ber dadgeha Hewlêrê amade bin

Girtiyên Behdînanê, Mamoste Bedel Berwarî û Rojnameger Umîd Beroşkî ku di 19’ê Tebaxa 2020’an de bi idîaya xelkê teşwîqî xwepêşandanan dikin, ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin.
Her 2 girtî wê îro cara 3’yemîn werin dadgehkirin.
Xizmên girtiyan bi armanca piştgiriyê bang li hemû kesan kirin ku îro li ber dadgeha Hewlêrê amade bin.

Birayê Şivan Seîd ku ew jî yek ji gitiyên Behdînanê ye, Ayhan Seîd li ser navê malbatên girtiyan di rêya hesabê xwe yê facebookê de, daxwaz ji tevahî aliyên siyasî û muxalefetê kir da ku li ber dadgeha Hewlêrê ji bo piştgiriya girtiyan, amade bibin.

Tîmên Avakirina Aştiyê a li Kurdistan û Iraqê – CPT SÎ PÎ TÎ jî daxuyaniyek da û diyar kir ku aktivîstê Behdînanê Şêrwan Şêrwanî ku di rêya telefonê bi wan re axiviye, ev daxwaz kiriye:

“Hemû girtiyên Behdînanê ku hejmara wan 81’in, dest bi greva birçîbûnê kirine û hinek ji wan avê jî venaxwin.

Divê her kes piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên Behdînanê bike.”

Back to top button