Qeyûmê Wanê buhayê avê ji sedî 42 zêde kir

Tevî krîza aborî ya li Tirkiyê, qeyûmê Wanê buhayê avê ji sedî 42, yê Amedê jî sedî 150 zêde kirine û
Gaza xwezayî jî, ji sedî 100 hatiye zêdekirin.

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê piştî dagirkirin şaredariyan, buhyê avê ji sedî 42 zêde kir .

Li dijî vê yekê welatiyên Wanê bertek nîşan dan û diyar kirin ku ji ber bihabûnê her kes deydar e, bê karî zêde ye.

Şêniyan teqez kirin ku bi erkdarkirina qeyûman barê wan girantir bûye.

Qeyûmê Amedê buhayê av û gaza xwezayî zêde kir

Heman zext û kirin ji aliyê qeyûmê Amedê ve jî li ser xelkê tê ferzkirin.

Şêniyên Amedê diyar kirin ku ji ber qeyrana aborî barê wan du qat zêde bûye û destnîşan kirin ku bahayê gaza xwezayî berê bi 50 lîreyên tirkiyê bû lê niha bûye 100 lîre û bûhaya avê jî sedî 150’ê zêde bûye.

Back to top button