Li gundewarê navçeya Şêrewa ya Efrînê ji ber teqîna mayînek a dewleta Tirk a dagirker yek jê zarok 2 kes şehîd bûn.
Di saetên êvarî de li navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî di navbera gundê Bênê û Tenibê mayînek a dewleta Tirk teqiya.
Di encamê de welatiyê bi navê Xelîl Behrî Hemade yê 35 salî û zarokê bi navê Behrî Mihemed ê 8 salî ku pezên xwe diçêrandin jiyana xwe ji dest dan û 20 mih jî telef bûn.
Her wiha ev herdu welatî ji gundê Bênê yê navçeya Şêrewane..