“20 Sale Erdogan dijbertiya Kurdan, jinan û kedkaran dike”

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê têkildarî hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ANF’ê re nirxandin kir.
Komîteyê bal kişand ser girîngiya hilbijartinan û got:
“Hemû gel, komên olî, kedkar, jin û ciwan amade ne, dawî li faşîzma AKP-MHP’ê bînin.”

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ANF’ê re nirxandin kir.

Komîteyê destnîşan kir ku ev hilbijartineke girîng e û bal kişand ser zilma desthilatdariya 20 salan a Erdogan.

Komîteyê diyar kir ku yên pirsgirêka Elewî û Kurd afirandiye, mezin kiriye û xitimandiye dewlet û hikûmet e û got:

Lewma divê jin di nava Partiya Çepên Kesk de li dijî zayendperestiyê, pergala serdest a mêr û tundiyê têbikoşin.

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê balkişand ser Paradîgmaya ku Rêber Apo pêşNiyar kiriye û wiha got:

Paradîgmaya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan li dijî yekperestiya ku ji aliyê dewletê ve hatiye ferzkirin, dermanê birînên gelên Rojhilata Navîn e.

Hemû gel, komên olî, kedkar, jin û ciwanên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijîn amade ne, dawî li faşîzma AKP-MHP’ê bînin.

Komîteya di dawî de destnîşan kir ku, pêvajoya hilbijartinê ya li Tirkiyê û Kurdistanê ji bo têkoşîna azadiya ziman û çandê ya gelê Kurd, Ereb, Laz, Tirk û hemû gelên din girîng e û ev bang kir:

Lewma em bang li hemû pêkhateyên civakî yên li Tirkiyê kir ku ji vê şansê sûd werbigirin û desthilatdariya AKP-MHP’ê heta hetayê têk bibin.

Back to top button