Li Reqayê Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 bazirganên çekan girtin

Li Reqayê, taybet li bajarokê El Kerame 3 bazirganên çekan hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî têkildrî bûyerê ev aghî dan:

” Li ser agahiya ku 3 kes di nav welatiyan de bazirganiya çekan dikin, Hêzên me dest bi şopandin, lêkolîn û komkirina agahiyan kirin.

Piştî tekezkirina agahiyan bi kemînekê bi ser malên wan kesan de hat girtin û ew girtin.

Di encama serdegirtinê de çek û cebilxaneyên di des wan de jî hatin desteserkirin.”

Hêzên Ewlekariyê diyar kirin ku di encama lêpirsîna bi kesên tewanbar re, hat eşkerekirin wan kesan bazirganiya çekan dikir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ji bo karên zagonî ew kes ji serdozgeriyê re hatin veguhestin.

Back to top button