KODAR: NATO’yê senaryoya Lozanek nû li dijî gelê Kurd amadekiriye

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) êrişên dewleta Tirk a bi bombeyên taktîk nûkleer ya li ser Herêmên Parastina Medyayê şermezar kir.

KODAR’ê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medyayê bi tûndî şermezar kir û wiha got:

“Pêkanîna van êrişan piştî civîna NATO’yê, plan û senaryoyên nû yên dijminên gelê Kurd yên di çarçoveya lozanek nû de nîşan dide.”

KODAR’ê da zanîn PDK’ê bi hevkarî û tevlîbûna xwe ya li gel dewleta Tirk, asankarî ji rejîma faşîst re kiriye daku planên xwe yên qirkirinê pêk bîne.

Her wiha KODAR’ê bang li gelê Kurd yê li her çar parçeyên Kurdistan û dervey Kurdistanê kir ku li dijî van planên dijminên gelê Kurd helwestê nîşan bidin.

Li Şehbayê komxebatek derbarê Peymana Lozanê hate lidarxistin

Back to top button