Li welatê Amerîkaya Navîn Hondûrasê di girtîgehekî jinan de şer û alozî derket.
Di aloziya ku demeke kin de veguherî şer, 41 jinan jiyana xwe ji dest dan.
Serokdewlet Castro nerazîbûna jinên girtî weke çetewarî binavkir û got:
“Ez ê tedbîrên gelekî tund bigirim.”
Li girtîgeheke jinan a li welatê Amerîkaya Navîn a Hondûrasê jinan li dijî parêzvanên girtîgehê bertek nîşan dan.
Hemwextî vê bertekê agir bi girtîgehê ket û şewatekî mezin pêk hat.
Herî kêm 41 jinan jiyana xwe ji dest dane.
Rayedaran ragihandin ku di bûyerê de gelek jin ji ber şewatê û yên din jî ji ber şerê heyî jiyanan xwe ji dest dane.
7 Jin li nexweşxaneyê têne dermankirin
Her wiha 7 jinên din jî li nexweşxaneya dewletê têne dermankirin.
Li ser bûyerê malabatên girtiyan ber girtîgehê kom bûn.
Dayikek ku di kanaleke televîzyonê de serpêhatiyên xwe vedibêje wiha got:
“Ez dixwazim rewşa keça xwe bizanibim, lê heta niha kesî tiştek negotiye.”
Castro: Ez ê tedbîrên gelekî tund bigirim
Serokdewlet Xiomara Castro li ser hesbê xwe yê medyaya civakî de helwesta jinên girtî bi çetewarî binav kir û wiha got:
“Ez ê tedbîrên gelekî tund bigirim.”
Castro di vê çarçoveyê de weke gava yekem Wezîrê Ewlekariyê Ramon Antonio Sabîllon ji wezîfeyê girt û weke Wezîrê Karên Derve tayîn kir.
Li cihê wê Gustavo Sanchez bû Wezîrê Ewlekariyê.
Castro piştî vê guhertinê da zanîn ku ew ê tedbîrên nû ji bo têkoşîna li dijî sûcên organîze û belavkirina boykotan bigrin.
Di sala 2012’an de jî li Hondûrasê di şewata girtigehekê de 350 girtiyan jiyana xwe ji dest dabûn.