Dadgeha Alman jina DAIŞ’î ya keçeke Êzidî kuşti dadgeh kir

Jinek Almanî ya DAIŞ’î, keçek Êzidî li ber tavê zincirkirî hiştibû û di encamê de jiyana xwe ji dest da bû.
Ji ber vî sucê hovane, dadgeha Almanyayê 14 sal cezayê girtîgehê li jina DAIŞ’î bû birî.

9 sal di ser hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li hember civaka Êzidî pêk anî re derbas bû.

Beşek ji DAIŞ’iyên biyanî yên ev hovîtî pêk anîn, li welatên xwe vegeriyan.

Dadgeha Alman 14 sal li jina DAIŞ’î ya bûyî sedema mirina keça Êzidî birî

Li gorî ragihandina Almanyayê Dadgeha Munîhê duh ji bo darizandina jinek DAIŞ’î pêkanî û 14 sal cezayê girtîgehê li jina Alman a çeteyên DAIŞ’ê ya bi navê Jennifer Wenisch birî.

Li ser daxwaza malbata keça Êzidî, parêzeran cezayê heta hetayî dixwestin, lê duh 4 salên din li ser cezayê jina Almanî hate dirêjkirin û doz bi encam bû.

Jennifer ya çeteyên DAIŞ’ê bû, di havîna 2015’an de tevî hevserê xwe yê wê demê yê binavê Taha El Jûmaîlly, ji nav zarokên keç yên Êzidî yên hatibûn revandin, zarokek û dayika wê girtibûn gel xwe û weke ‘kole’ bikardianîn.

Jennifer got, nivroyeke havîna 2015’an hevjînê wê bi hinceta ku “bi xwe de mîz kiriye û cihê xwe şil kiriye” ji bo ceza bide keça pênc salî, ew li ber tavê zincîr kiriye ku heta bimire.

Dayika zaroka 5 salî T. jî weke kole hîn bêhtir dan xebitandin.

Dayika keçikê di van çend salên borî de gelek caran li dadgehên Munîh û Frankfurtê axivî bû.

Jennifer Wenisch sala 2016’an li Balyozxaneya Almanyayê ya Enqereyê hatibû girtin û ber bi Almanyayê ve hatibû dersînorkirin.

Hevjînê wê Teha Cûmeylî Çiriya Paşîn a 2021’ê ji aliyê dadgeha Frankfurtê ve bi sûcên qirkirin, sûcên li dijî mirovahiyê, şer û şkenceya fizîkî hat mehkûmkirin û cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hat birîn.

Back to top button