Madlên Xemîs: Armanca dewleta Tirk qirkirina Asûriyan e

Li hember van êrişên dewleta Tirk, nerazîbûnên xelkê li herêmê û yên partiyan jî zêde dibin.
Hevseroka Partiya Sûraya Demokratîk ​​​​​​​Medlên Xemîs diyar kir ku armanca dewleta Tirk qirkirina pêkhateyên herêmê ye.
Oldarên herêma Firatê jî bang li ciwanan û şêniyan kir ku li ber êrişan rabin.

Dewleta Tirk a dagirker ji meha Tebaxê ve navçeya Til Temirê topbaran dike..

Her wiha Minbic, Şehba û gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide ber top û mûşekan..

Di van êrişan de sivîl dibin hedef û ziyan li mal û milkên wan dibe..

Nerazîbûna gelên herêmê yên li dijî êrişên dewlea Tirk û çeteyên wê jî zêde dibe.

Hevseroka Partiya Suraya Demokratîk Madlên Xemîs êrişên dewleta Tirk red kir, bêdengiya hêzên garantor ên li herêmê şermezar kir û got:

”Dewleta Tirk bi van êrişan dîroka komkujiyên ku osmaniyan pêk anîne, dubare dike.

Êrişên îro yên li dijî herêmên me pêk tîne mîna Sêfoyeke din e”.

Madlên qirkirna pêkhateyên li herêmê weke armanca sereke ya dewleta Tirk bi nav kir.

Di dawiyê de Hevseroka Partiya Suraya Demokratîk bang li pêkhateyên herêmê kir ku li hember êrişan yekîtiya xwe xurt bikin.

Oldarên Herêma Feratê: Divê em li dijî dagirkeran serî hildin

Oldarên herêma Firatê jî nerazîbûn nîşanî êrişan dan.

Hevserokê saziya Ewqafan a Olî ya Herêma Feratê Îbrahîm Remo got:

“Em xwediyê erd û mafên rewa ne. Divê em bêhêvî nebin.

Divê em xakê ji dijmin re nehêlin.

Divê em digel hêzên xwe şerê wan dagirkeran bikin.”

Îbrahîm Rema bang li ciwan û şêniyan kir ku li ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê rabin..

Cîgirê hevserokatiya heman saziyê şêx Mele Elî Yildiz jî axivî û nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeran yên li ser herêmê da..

Mele Elî da zanîn ku rêya tekane ya serkeftinê berxwedan e got:

“Divê em bi xaka xwe ve girêdayî bin.

Divê ciwanên me koçber nebin û bi deryayan nekevin.

Divê li dijî dagirkeriyê serî hildin.”

Back to top button