Meşa drêj ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 6. De bi dawî bû

Meşa Dirêj a ku ciwanên Kurd û enternasyonalîst tevî hemû astengiyên polîsên Alman bidawî bû.
Ciwanan diyar kirin ku heta pêkanîna azadiya Rêber Apo ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Meşa Dirêj a Ciwanan her sal weke kevneşopiyek beriya mîhrîcan Çanda kurd tê lidarxistin.

Meş îsal bi duruşmeya “Ji bo Azadiya Rêber Apo Werin Cenga Azadiyê” di 11’ê Îlon li bajarê Essen yê Almanyayê detpêkiribû.

Tevî astengî û provakasyonên polîsên alman piraniya wan enternasyonalîst bi qasî 200 ciwan ev 6 roj bûn meşa xwe didomandin.

Armanca sereke ya çalakiyê teşhîrkirina êrişên dagirkeriya tirk û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû.

Duh ciwana di roja dawî de li bajarê Aachenê yê Almanyayê bi daxuyaniyekê meşa xwe bi dawî kirin.

Ciwanan teqezkirin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Çalakiya ciwanan bi drûşman bidawî bû.

Îro jî hemû ciwan tevlî li 30’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku li Hollandayê hat lidarxistin, bûn.

Meşa ciwanan bi dawî bû wê îro tevlî mihricana navnetewî ya Kurd bibin

Back to top button