PAJK: Em ê tola her sê tekoşeran hilînin

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê PAJK’ê bi boneya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek da. Koordînasyona PAJK’ê piştrast kir ew ê tola hersê têkoşeran hilînin û hemû hêzên ku destê wan di komkujiyê de heye darizînin. 

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi boneya salvegera 9’an a Komkujiya Parîsê daxauyaniyek da.

PAJK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de hersê têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi rêzdarî bîr anîn û wiha got:

”9 sal di ser komkujiyê re derbas bûn.

Rayedarên Tirkiyê li xwe mukur hatin ku wan ev komkujî pêk anî ye.

Tevî vê lixwemukurhatinê jî dewleta Fransa bêdeng maye.

Ev jî nîşan dide ku ev komkujî dewama komploya navneteweyî ye.

Divê Fransayê li hember komkujiya ku kujerê wê diyar e helwesta xwe zelal bike.”

Di dewama daxuyaniyê de PAJK’ê li ser armancên komkujiyê ev tiş anî ziman:

”Armanc ew bû pêşengên ku destpêka şoreşê di damezrandina Tevgera Azadiyê de cih girtine, tine bikin.

Ya din hêzên faşîst ji mezinahî û cûdahiya tevgera me ya ku bingeha xwe ji azadiya jinê digre, ditirse.

Xwestin di kesayeta heval Sakîne Cansiz de fikrê azadiyê yê bi pêşengiya jinên Kurd gerdûnî dibe, têk bibin.”

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) piştrast kir ku ne komkujî û ne jî êriş dikarin rê li pêşiya meşa wan a azadiyê bigirin û wiha bi dawî kir:

”Hêza jina azad wê teqez dawî li faşîzm û desthilatdariya mêr-dewletê bîne.

Wê meşa azadiyê ya jinan ku her diçe mezin dibe, zihniyeta qirker têk bibe.

Em teqez dikin em ê ji hemû hêzên di vê komkujiyê de rol lîstine hesabekî dîrokî bipirsin û tola hersê têkoşeran hilînin.”

Back to top button