95 roj in malbatên gerîlayên şehîd li Sêmalkayê li benda wergirtina cenazeyên zarokên xwe ne.
PDK’ê ya ku zarokên wan şehîd kirin heta niha ne cenaze radest kirine û ne jî bersivek daye.
Tevî sermaya zêde jî lê dîsa malbat di çalakiya xwe de bi israr in.
Ji herêmê serdan û piştgiriya ji van malbatan re jî dewam dike.
Rojane şênî ji herêmê xwe kom dikin û berê xwe didin Sêmalkayê da piştgiriya van malbatan û vê çalakiyêbikin.
Doh jî endamên TEV-DEM’ê yên Til Hemîs, Til Koçer û Tirbespiyê serdana konê çalakiyê kiribûn.