Ehmed Xoce: Girtina deriyên sînor planeke siyasî ye

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ehmed Xoce li ser girtina deriyên sînorî got armanc jê tengavkirina Rêveberiya Xweser e.

Ehmed Xoce piştrast kir ku girtina deriyên sînor planeke siyasî ye û got:

”Girtina deriyên sînor plankirî ye û armancên wê hene.

Aliyên ku naxwazin ewlehî li herêmê pêk were li ser vê yekê li hev kirine.

Lihevkirinek di navbera hikumeta Şamê, PDK’ û dewleta Tirk de heye.

Van aliyan li hev kiriye ku Rêveberiya Xweser di warê aborî de tengav bikin.

Ji ber ku Rêveberiya Xweser di salên dawîn de, gelek gavên mezin avêtine.”

Ehmed Xoce bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li xwe vegere û bi dijminê kurdan neyê xapandin.

Back to top button