Fransayê biryar da ku ji operasyona “Sea guardian” a NATO’yê vekişe

Fransa ji ber nakokiya bi Tirkiyê re girêdayî aloziya Lîbyayê, biryar da bi awayekî demkî hêzên xwe ji operasyona ewlehiya deryayî ya NATO`yê vekişîne.

Wezareta Artşên Fransayê ragihand ku Fransayê biryar da ku bi awayekî demkî ji operasyona “Sea Guardian” a NATO’yê ya di deryara Spî de vekişe.

Li gorî wezaretê ev ji encama nakokiyên di navbera Fransa û Tirkiyê yên derbarê Lîbyayê de ne.

Wezîrê Derve yê Frasayê, Jean-Yves Le Drian jî ragihand ku derbarê kiryarên Tirkiyê di Deryara Spî de, wê 13’ê mehê civîneke ser asta wezîrên derve ya Yekîtiya Ewropayê pêk were.

Le Drian got:

“Yekîtiya Ewropayê ji bo vekolandina petrola ber beravên Qibirsê ceza se Tirkiyê birîne.

Di civîna 13’ê mehê jî wê ferizkirina cezayên din were nîqaşkirin.”

Back to top button