Li çiyayê Qereçoxê çeteyên DAÎŞ’ê xwest êrişê hêzên iraqê bike

Çeteyên DAÎŞ’ê hewl dan ji milê qontarê çiyayê Qerecoxê ve êrişê hêzên Iraqê bike lê rastê bersiva hêzên Iraqê hatin.

Artêşa Iraqê bi vê tevgera çeteyan hesiya, destpêkê bi guleyên ronîkirinê piştre jî bi hewanan êrişî çeteyan kir.

Heta amadekirina vê nûçeyê jî liv û tevgera artêşa Iraqê ya li herêmê didome.

Piştî vê tevgerê hinek medyayên Başûr bi lez û bez nûçe derbas kirin ku Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji aliyê balafirên şer ve hatine topbarankirin.

Lê Komîteya Têkiliyên Derve ya wargeha şehîd Rûstem cûdî van îdayên ku ragihandina başur belvakirin derewan û gotin:

“Ti êrişên hewayî li dijî wargeha mexmûrê pêknehatiye”

Back to top button