HIKUMETA ELMAN JI BO WELATIYÊN XWE YÊN DAIŞ’Î NEBIN QANÛNEK DERXISTINE

Hikumeta Elman ji bo welatiyên xwe yên DAÎŞ’î wernegirin çi ji destê wê tê dike.
Her dawî qanûnek derxist
Di qanûnê de li hev kirin ku DAÎŞ’iyên xwedî cotwelatiyê welatîbûna wan a Elman bê betalkirin.

Bi destpêkirina qonaxa dawî ya têkçûna DAIŞ’ê gelek çeteyên biyanî bi saxî ketin destê şervanên QSD’ê.

Ji bo wegirtina çeteyan gelek caran Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî bang li van welatan kiriye.

Lê cara herî dawî Elmaniya, Denîmark, Siwîsra û Feransa ev bang red kirin.

Hikumeta Elman ji bo welatiyên xwe yên DAÎŞ’î wernegirin çi ji destê wê tê dike

Lîdera partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan Annegret Kramp-Karrenbaûer bang li Wezîra Edaletê Katerina Barley kiribû û jê xwestibû ku endamên DAÎŞ’ê yên xwedî mafê cotwelatiyê, welatiya wan a Elman betal bike.

Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer û Wezîra Edaletê Berlînê li ser qanûnê li hev kirine.

Ev qanûn wê xala 29’an a Destûra Bingehîn a Elman biguherîne, tê payin ku rojên bê li Meclîsa Federal pêşkêşî dengdanê were kirin.

Pêşnûme qanûn ne tenê ji bo endamên DAÎŞ’ê ye, her kesên xwedî mafê cotwelatiyê ne û tevlî ‘rêxistina terorê’ bûye, wê welatîbûna wan a Elman bê betalkirin û pêşî li vegera wan bê girtin.

Ji bo pêşnûmeyê jî sê şert tên danîn:

Betalkirina hemwelatiya Elman wê tenê ji bo yên xwedî mafê cotwelatîbûnê ne derbas bibe, ji ber li gorî qanûna Elman nabe ku mirov ‘bê welat’ bê hiştin.

Kesê ku welatîbûna xwe bê betalkirin, divê têgihiştî be.

Qanûn ji bo dema bihurî derbas nabe. Yanî qanûn wê bandorê li endamên DAÎŞ’ê yên niha bike.

Li Sûriye, Iraq, Tirkiye û Yewnanîstanê 70 endamên DAÎŞ’ê yên Elman li girtîgehan e.

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihandin ku girtiyên li gel wan zêdeyî 200 kesî welatiyên Elman in herî kêm 50 ji wan çeteyên tevlî şer bûne.

Leave a Reply

Back to top button