Haîtî..ji ber teqîna kamyona sotemeniyê 75 kes mirin

Li Haîtî ji ber teqîna di kamyoneke sotemeniyê de pêk hatî, jimara kesên kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihişt 75’an.
Fikarên zêdebûna jimara miriyan heye.
Her wiha ji ber teqînê 20 avahî jî bûne xwelî.

Li bajarê Cap-Haitien ê bakurê Haîtiyê hejmara kesên ku ji ber teqîna di kamyona sotemeniyê de jiyana xwe ji dest dan derket 75’an.

Li gorî nûçeya di çapemeniya herêmê de hatine weşandin, piştî teqîna 15’ê Kanûnê pêk hat hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bû.

Rayedaran ragihandin ku jimara miriyan 15 zêde bûye û bûye 75.

Her wiha tedawiya 56 kesên ku rewşa wan giran e jî dewam dike.

Serokwezîrê Haîtiyê Arîel Henrî ji ber karesatê li seranserê welêt 3 roj şîna fermî ragihand.

Fikara zêdebûna jimara miriyan heye.

Ji ber teqîna bihêz ya rûdayî jî 20 xanî bûn xwelî.

Back to top button