Di rojeva Lîderên YE de Rûsya, Covid-19 û parastin heye

Lîderên welatên Yekîtiya Ewropa (YE) ji bo civîna xwe ya dawî ya 2021’an civiyan.
Di rojava sereke ya lîderan de, bihayê nirxê enerjiya ji Rûsya tê kirîn, Covid-19 û gelek mijarên parastinê hene.

Civîn li paytexta Belçîka Brukselê pêk tê.

Di civînê de, Serokwezîrê Alman Olaf Scholz, Serokwezîra Awisturya Karl Nehammer û Serokwezîra Swîsre Magdalena Andersson ku hatine ser rêveberiya welat jî cara yekem amade bûn.

Tevgera Rûsya ya li sînorê Ûkrayna û mijara koçber Belarûs û karanîna wê ya koçberan jî di rojeva lîderan de ye.

Lîderan beriya civînê peyamên piştevaniya ji bo Ûkrayna dan.

Serokwezîrê Almanya Scholz diyar kir ku derbaskirina sînorên welatekê, binpêkirina herî mezin ya li hember Ewropa ye û got:
Emê di vê civînê de careke din li ser vê yekê rawestin.
Beyamek din a tund ji welatên Baltîkê hat.
Serokomarê Lîtvanya Gitanas Nauseda anî ziman ku tevgera li sînorê welatên NATO di nava 30 salên dawiyê de metirsiya herî mezine.

Back to top button