Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê bi koma 15’emîn didome

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku bi boneya şikandina tecrîda girakirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Çalakiya Nobetê hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 15’an ve hat dewrgirtin.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku bi boneya şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber APO Çalakiya Nobetê hatibû destpêkirin.

Bi kombûna xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan, deqeyek rêz ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hat girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 14’emîn Rojbîn Otûn axivî û got:

“Em ji weke zarokên wargehê dibêjin heta ku em bi awayek fîzîk li gel Rêberê xwe jiyan nekin emê di nava çalakiyan de bin.

Emê bi meş û çalakiyên xwe bersiva herî xwirt bidin dijmin û emê hêza zarokên warghê bidin nîşandan.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Ciwan fedayên Rêber Apo ne’ dewrî koma 15’emîn hat kirin.

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardariyeke xurt didome

Back to top button